Huşyar Zêbarî: Bêguman hêzên Pêşmerge bêdeng namînin
Endamê Encumena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê Huşyar Zêbarî beşdarî bernameya Rûdawa Îro bû û li ser pêngavên piştî referandumê û bertekên Bexdayê axivî.
Li ser daxuyaniya Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ku ragihandibû "metirsiya êrişkirina ser Herêma Kurdistanê heye", Huşyar Zêbarî diyar kir: “Bawer im agahî û zanyariyên Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê heye li ser liv û tevgera hêzên Iraqê ya li ser sînorê Herêma Kurdistanê. Ev hişyarî ye ji bo cîhan û civaka navdewletî di derbarê mijareke bi vê cûreyê de.. Çimku Parlementoya Iraqê, Heyder Ebadî weke Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî serperişt kiriye da ku yekîtiya axa Iraqê biparêze.”
Huşyar Zêbarî di derbarê civîna îro ya Encumena Bilind a Siyasî ya Kurdistanê de aşkere kir: “Me îro bi awayekî pratîk, qonaxa piştî referandumê nirxand. Ji helwesta cîhan û welatên cîran û Iraqê, ji me re derketiye holê ku ti êrişek ji aliyê Tirkiye û Îranê ve nîne. Berevajî wê, zanyarî hene ku Îran piştî manewrayên leşkerî yên hevbeş ên li gel Iraqê li ser sînor paşve vedikişin. Lê dibe ku hin grûpên Heşda Şeibî ku pabend nîn in û bi gotina Ebadî û hikûmetê nakin, cûreyek ji cûreyan li hin cihan bixwazin Pêşmerge provake (tehrîk) bikin.”
Li ser îhtîmala êrişkirina ser kêlgehên petrola Kerkûkê ji aliyê Hikûmeta Iraqê ve û destbiserkirinê, Huşyar Zêbarî diyar kir: “Dibe ku di tûrikê Hikûmeta Iraqê de gelek tişt hebin. Lê bêguman hêsan nîne. Çimku çendîn rêkevtin di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de hene li ser petrola Kerkûkê. Niha jî her hewldanek were kirin, yan bixwazin bi zorê bêyî rêkevtin dest daynin ser wan kêlgehên petrolê, bêguman hêzên Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê bêdeng nemînin. Hişyariya îro ya ji aliyê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê ve zêdetir di vê çarçoveyê de ye.”
Huşyar Zêbarî herwiha got: “Em hin metirsiyan hîs dikin, hin liv û tevgerên ne asayî hene. Lê li gor zanyariyên ku li cem serkirdeyan heye, weke hikûmet planeke wan a destnîşankirî tine ye ji bo gefa leşkerî bi ser Herêma Kurdistanê de. Lê di nav grûpên Heşda Şeibî de piştî rizgarkirina Hewîceyê li xetên pêşiya hêzên Pêşmerge nêzîk bûne, li aliyê Mûsilê jî hin liv û tevger hene.”
Pêşmerge amadekarî kiriye
Zêbarî aşkere kir: “Nabe em vê yekê jibîr bikin ku weke Herêma Kurdistanê ji bo me, berjewendiyên me li ber çav e. Li ser vê mijarê hêzên Pêşmerge bi bêdengî amadekarî kiriye. Me gotiye ku em piştî referandumê ji bo gotûbêjan amade ne da ku bi aştiyane pirsgirêkên xwe çareser bikin. Em dest navêjin çek û tundiya li hember hêzên Iraqê û herwiha li dijî ti welatekî emê nebin destpêşxerê ti îhtîmalekê. Lê eger destdirêjî li me were kirin, bi piştrastî dê bersiva me hebe.”
Gotûbêja li gel Bexdayê
Huşyar Zebarî bal kişande ser wê yekê ku referandum ji bo azadî û serxwebûnê hate kirin û got: “Referandum ji bo ku em li ser siberoja xwe biryar bidin û çarenûsa xwe diyar bikin û dewleta me hebe pêk hat. Ev armanca bingehîn e. Lê emê kengî cîbicî bikin. Pêngavên me ji bo vê armancê dê çi bin? Ev bi danûstanên Bexdayê re girêdayî ye. Lê li gel vê yekê jî em li ser karê xwe berdewam in û nasekinin, da ku em ji hemû aliyan re nîşan bidin ku em derfeta danûstan û gotûbêjan didin, eger Hikûmeta Iraqê amade be û were pêş û gotûbêjeke vekirî û bi awayekî berpirsyar pêk bînin û bi hevre rûnin, emê wê yekê derxin ku çima Kurdistan xwe sparte encamdana referandumê.”
Agahiyên zêdetir tên...
