• Friday, 20 February 2026
logo

Digel Bexdayê diyalogek cidî bi ajandeyên vekirî û bê şertên pêşwext

Gulan Media October 12, 2017 Nûçe
Digel Bexdayê diyalogek cidî bi ajandeyên vekirî û bê şertên pêşwext
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja 10.10.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li balyozê Almaniyayê yê li Îraqê û şandeyeke konsulxaneya Almaniyayê ha li Hewlêrê kir.

Balyozê Alamniyayê got ku welatê wî bi giringî li têkeliyên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re dinêre, ji bona çareserkirina pirsgirêkan, berheviya welatê xwe jî ji bona destpêkirina diyaloga navbera Hewlêr û Bexdayê diyar kir û rola pêşmerge di têkşikandina teror û terorîstan de û hevkariya xelk û hikûmeta Kurdistanê ji bo koçber û penaberên destê terorê bilind nirxandin.

Behsa rewşa berî û piştî referednûmê û karvedanên navdewleî li ser wê pirsê hat kirin û her du alî hevfikir bûn ku alozî û djwarkirina rewşê di berjewendiya tu alyan de nine û diyalog û danûstandinê ji bona çareserkirina tev pirsgirêkan baştirîn rê ye.

Serokwezîr sipasiya piştevaniya gel û hikûmeta Almaniyayê yên di warê mirovî û leşkerî de ji bo herêma Kurdistanê kir û ji şandeya mêvan re behsa wan hokar û sedeman kir ku wisa kir gelê Kurdistanê biryara encamdana referendûmê bide, tecrûbeya çend salên borî îspat kir ku ew sîstema li Îraqê şikestin anî û divê awayekî nû yî têkeliyan bi Bexdayê re were dîtin.

Barzanî diyar kir ku Herêma Kurdistanê ji bona destpêkirina diyalogek cidî bi ajendayên vekirî û bê şertên pêşwext bi Bexdayê re amadeye daku hemû bi hev re bigihin çareserî û lihevtêgihiştinekê ku cîyê razîbûna her du aliyan be, aşitî û aramiyê bi xwe re bîne û paşeroja nifşê bê misoger bike û di vê çarçoveyê de rola civaka navdewletî bi roleke giring zanî.


Top