• Thursday, 19 February 2026
logo

Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya zanayê navdarê Kurdistanê Mamosta Kerîm Zend

Gulan Media October 11, 2017 Nûçe
Peyama serxweşiya Serok Barzanî ya ji bo koça dawî ya zanayê navdarê Kurdistanê Mamosta Kerîm Zend
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Malbata rêzdarê Mamosta Kerîm Zend

Nûçeya koça dawî ya mamosta û dîroknivîs û rewşenbîrê navdar û kesayetiyê niştîmanperwerê Kurdistanê, Mamosta Kerîm Zend ez xemgîn kirim.

Mamostayê xwedê jêrazî, xebatgêr û niştîmanperwerekî kedkarê gelê me bû. Yek ji wan dilsozane ku xizmeta Komara Kurdistanê li Mehabadê kir û bi dirêjahiya jiyana xwe ya wekî mamosta, dîroknivîs, lêkolîner û rewşenbîrekî bi ezmûn û bi şiyan, rolekî girîng dîtiye û dehan kitêb û sedan gotarên warê dîrok û cografya de ji bo gelê xwe kiriye diyarî.

Li vê helkefta xemgîn de ji dil ve serxweşiyê li we yên birêz û kesukar û xizmên we û hemû dost û hevalên mamosta û rewşenbîrên Kurdistanê dikim û xwe hevbeşê xema we dizanim.

Ji xwedayê mezin hêvîdarim giyanê pakê Mamosta Kerîm Zend bixe ber dilovaniya xwe û sebir û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
10.10.2017
Top