Daxuyaniyek ji Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê
Di destpêka civînê de amadebûyan ji bo rêzgirtina li giyanê Serok Mam Celal û giyanê şehîdên rêya azadiyê xulekek rawestan û li ser eve jî hevre bûn ku baştirîn wefa ji bo ruhê Serok Mam Celal û hemû şehîdên Kurdistanê yekrêzî û birayetî û yekhelwestiya hêzên siyasiyên Kurdistane.
Paşê amadebûyên civînê guhertinên dawî ya siyasî û karvedanên navdewletî û herêmî û Iraqî li beranber referandûmê guftûgo kirin û gihîştin van encamên xwarê:
Yekem: Civînê de, amadebûyan pabendî îradeya gelê Kurdistane ku li rêya beşdarbûn û dengdana li referandûma 25ê Eylûla 2017 bi azadane derbiriye. Her wiha bicîhkirina encamên referandûmê li ruyê zemenî ve bende bi diyalogekî binyatner û lêpirsiyane. Ji bo wê yekê civînê de, amadehiya xwe ji bo destpêkirina diyalogekî vekirî li gel Bexda bi bê pêşmerc û bi bê sizadan û abluqeyê û her wiha rexsandina dema pêwîst ji bo serxistinê derbirîn.
Duyem: Sepandina sizayê li ser gelê Kurdistanê neyasayî û neberpirsiyaraneye û aloztir kirina rewşa siyasî xizmeta berjewendiya hîç aliyek nake.
Sêyem: Civînê de bi raya giştî ya cîhanî û hevpeymaniya navdewletî radigihîne ku gelê Kurdistanê rûbirûyê abluqe û sizadana bi komel û gefa bikaranîna hêzê hate kirin û eve rewşa mirovî û jiyana xelk û koçberan li Iraq û Kurdistanê dibe qonaxekî metirsîdar û daxwaz dike sînorek ji bo vê gef û ablûqe û sizadana bi komel bê danîn.
Çarem: Amadebûyên civînê biryarê dan civîna hizb û aliyên siyasiyan li bin navê Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê berdewam bê.
Encûmena Bilinda Siyasiya Kurdistanê
11.10.2017
