Encumena Asayişa Kurdistanê: Hêzên Iraqê amadekariya êrişê dikin
Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje, peyamên tund û metirsîdar ji hêzên iraqî gihîştine wan ku dixwazin êrişeke mezin bikin ser başûr û rojavayê Kerkûk û bakurê Mûsilê.
Li ser hesaba xwe ya twitterê Encumena Asayişa Herêma Kurdistanê wiha ragihandiye: “Peyamên metirsîdar ji hêzên iraqî digihîjin me, di nava wan de Heşda Şeibî û Polîsê Federalî amadekariyan dikin bo êrişeke mezin li başûr û rojavayê Kerkûkê û bakurê Mûsilê bo ser Kurdistanê.”
Rudwa
