Mesrûr Barzanî: Ti kêşe bi gef û tundûtîjîyê çare nabin
Mesrûr Barzanî, şîretkarê civata asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî li Sîrîl Nan, balyozê Almanyayê li Îraqê û şandeka dîplomatkarên di gel da kir û herdu alîyan karvedanên referandoma serxwebûna Kurdistanê û rewşa sîyasî û serbazî ya Îraqê bi giştî gotubêj kirin.
Balyozê Almanyayê ji alîyê xwe ve pesna Pêşmergeyê Kurdistanê û asayîş û aramîya Herêmê kir û derbareyî qeyrana sîyasîya Îraqê jî da zanîn: Almanya amadeye navbeyinkarîya danûstandinên Hewlêr û Bexdayê bike.
Mesrûr Barzanî jî tekez li hewilwestê Herêma Kurdistanê sebaret danûstandinên aştîyane û vekrî li gel hikumeta Îraqê kir û ragihand: Hikumeta Herêmê pêşwazîyê li hemû bizavên parastina aştî û seqamgîrîya Kurdistanê û deverê bi giştî dike.
Şîretkarê civata asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand jî: Pêdivîye civaka nêvdewletî palder û alîkar be da hikumeta Îraqê dest ji biryarên xwe yên dorpêçkirina Kurdistanê berde û bi Bexdayê bide zanîn, ku ti kêşe û nakokî bi gef û tundûtîjîyê çareser nabin.
Waar.tv
