"Amerîka rê nade kirîzên Iraqê kûr bibin"
Balyozê berê yê Amerîka li Iraqê Stîwart Coniz, ji Kurdistan24ê re ragihand: "Amerîka dixwaze di navbera Hewlêr û Bexdayê de rola navberkar bilîze daku diyalog destpê bike û niha divê Amerîka rewşekê dirust bike ku ji bo diyalogê gunca be."
Ji aliyê xwe ve dîplomatkarê berê yê Amerîkî David Mak dibêje: "Amerîka hevsoz e bi pirsa Kurdî re li navçeyê û di gellek waran de Amerîka û Kurdistan hevrêziyeke baş dikin, bi taybet di warê siyasî û serbazî de, lewra divê Amerîka li ser wê hevrêziyê berdewam be, ji ber wê yekê jî divê Amerîka mikur bê ku Kurdistan gellek pêşketin di hemû waran de kiriye."
K24
