• Thursday, 19 February 2026
logo

Iraq cezayê darayî li ser gelê Kurdistanê pêktîne!

Gulan Media October 11, 2017 Nûçe
Iraq cezayê darayî li ser gelê Kurdistanê pêktîne!
Hikûmeta Iraqê dixwaze di proje yasaya budceya sala bê de, beşa budceya Kurdistanê bi temamî bibire.

Endamê lijneya darayî li parlamentoya Iraqê Hîsam El-Îqabî ji çapemeniya Iraqê re ragehand, ku di proje yasaya budceya sala 2018ê ya Iraqê de, beşa budceyî ya Kurdistanê dê bibe xala keşmekeşiyê di navbera hikûmet û parlamentoya Iraqê de.

Hîsam El-Îqabî ragehand, di projeyasaya budceya sala bê de hemû ew pare dê ji Kurdistanê bê birin, ku dibin sedemê bihêzbûna aboriya gel û hikûmeta Kurdistanê.

Birîna beşa budceya Kurdistanê ji aliyê hikûmeta Iraqê, wek ceza kirina wî welatî ya li ser gelê Kurdistanê ye, sedem jî ji ber gelê Kurdistanê di referandûmê de daxwaza mafê serxwebûnê kiriye ye.

Hikûmeta Iraqê di sala 2013ê de bi biryara serokwezîrê wê demê Nûrî Malikî ve beşek zêde yê beşa budceya Kurdistanê hate birin û di şerê dijî rêxistina terorîst a DAIŞê de, wekî ku alîkariya hêzên Pêşmerge nekir, herwaha rê li alîkariyên navnetewî yên ji bo Pêşmerge jî dibirî.’’

Basnews
Top