• Friday, 20 February 2026
logo

Nucêfî: Referandom ji sîyaseta pûç ya Bexdayê hatîye

Gulan Media October 10, 2017 Nûçe
Nucêfî: Referandom ji sîyaseta pûç ya Bexdayê hatîye
Cîgirê serokkomarê Îraqê radigehîne; Herêma Kurdistanê ji sedema berdewamîya sîyasetên faşil referandoma serxwebûnê kirîye û danûstandin jî bi take çare bi nav kir.
Osame Nucêfî di beyanekê da diyarkirîye: Referandoma Herêma Kurdistanê ji berdewamîya sîyasetên faşil hatîye kirin, weku amaje ji bo hikumetên Îraqê û got: Danûstandin çareya yekaneye ji bo qeyranê.
Nucêfî amaje kirîye: Divê çareyeka bilez ji bo qeyrana Hewlêr û Bexda bê dîtin daku ti derencamên xirab jê dernekevin, zimanê gefê û çareyên serbazî jî bi dijwarî ret kirin.
Osame Nucêfî û Eyad ‘Elawî li vê heftyê seredana Hewlêrê kir û di gel Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê civiya û rêkkeftin hat kirin danûstandinên Hewlêr û Bexda dest pê biken.

Waar.tv
Top