Cîgirê Mam Celal: Ez spasiya Serok Barzanî dikim ku 3 rojan tevlî şîna Mam Celal bû
Rayedarên YNKê îro danê sibê çûn ser qebra sekreterê giştî yê YNKê Mam Celal û fatihe xwandin.
Paşê cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, em ti carî rêça Mam Celal bernadin. Mam Celal digot ruxmî hebûna fikr û hizrên cuda em dikarin bi hev re kar bikin. Emê jî li ser vê rêçê berdewam bin.
Kosret Resûl Elî spasiya tevahiya wan kesan ku tevlî şîna Mam Celal bûne û got, ez bi taybet spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim ku 3 rojan tevlî şîna Mam Celal bû.
Mam Celal roja 3 vê mehê li Almanya wefat kir. Termê wî roja 6 vê mehê li girê Debaşan li Silêmaniyê hat veşartin.
Basnews
