• Thursday, 19 February 2026
logo

Cîgirê Mam Celal: Ez spasiya Serok Barzanî dikim ku 3 rojan tevlî şîna Mam Celal bû

Gulan Media October 10, 2017 Nûçe
Cîgirê Mam Celal: Ez spasiya Serok Barzanî dikim ku 3 rojan tevlî şîna Mam Celal bû
Cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî ragihand, ew rêça Mam Celal bernadin.

Rayedarên YNKê îro danê sibê çûn ser qebra sekreterê giştî yê YNKê Mam Celal û fatihe xwandin.

Paşê cîgirê sekreterê giştî yê YNKê Kosret Resûl civîneke rojnamevaniyê li dar xist û got, em ti carî rêça Mam Celal bernadin. Mam Celal digot ruxmî hebûna fikr û hizrên cuda em dikarin bi hev re kar bikin. Emê jî li ser vê rêçê berdewam bin.

Kosret Resûl Elî spasiya tevahiya wan kesan ku tevlî şîna Mam Celal bûne û got, ez bi taybet spasiya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî dikim ku 3 rojan tevlî şîna Mam Celal bû.

Mam Celal roja 3 vê mehê li Almanya wefat kir. Termê wî roja 6 vê mehê li girê Debaşan li Silêmaniyê hat veşartin.



Basnews
Top