• Friday, 20 February 2026
logo

Firokeya şerî ya Rûsyayê li Sûriyê ket

Gulan Media October 9, 2017 Nûçe
Firokeya şerî ya Rûsyayê li Sûriyê ket
Hat ragihandin ku firokeya Rûsyayê ya ji cureya SU-24 li Sûriyê kete xwarê.

Li gor agahiyên berdest firokeya şer a ji cureya SU-24ê ya Rûsyaê li nêzîk bajarê Lazqiyê li baregeha asmanî ya Hmeymimê dema ku bi hewa bikeve ketiye xwarê û di encamê de hemû karmendên firokeyê jiyana xwe ji dest dane.

Derbarê bûyerê de Wezareta Berevaniya Rûsyayê ragihand ku firokeya wan li baregeha asmanî ya Hmeymimê di dema ji bo ku erka xwe bicih bike bi hewa dikeve ketiye xwarê.

Hat destnîşankirin ku di dema bûyerê de ji ber ku 2 pîlotên firokeyê pê re negihana xwe ji firokeyê bavêjin, canê xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya Wezareta Berevaniya Rûsyayê de tê gotin ku niha li cihê bûyerê ji bo sedema ketina firokeyê bê zanîn lêkolîn tên kirin.

Bi gotina rayedarên wezaretê dibe ku balafir ji ber pirsgirêke teknîkî ketibe.

Hêjayê gotinê ye baregeha asmanî ya Hmeymimê li parêzgeha Lazqiyeyê ye, ji bo Rûsyayê baregeha sereke û navendî ye ku ji vir êrişên xwe yên asmanî yên li Sûriyê bi rê ve dibe.


Rudaw
Top