• Thursday, 19 February 2026
logo

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqê kir

Gulan Media October 10, 2017 Nûçe
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Almanya li Iraqê kir
Roja sêşem 10.10.2017 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sîrîl Nan Balyozê Almanya li Iraqê û şandekî li gel kir.

Li hevdîtinê de Balyozê Almanya li Iraqê helwesta welatê xwe ya di derbarê rewşa siyasiya Iraqê û karvedanên wê yên piştî referandûmê bi Serok Barzanî ragihand û eve jî xisterû ku aramî û selametiya Herêma Kurdistanê ji bo welatê wan gelek girînge. Daxwaz jî kir ku Hewlêr û Bexda bi berev girjî û alozkirinê hengavan netavin û ji bo yarmetîdana her dû aliyan amadehiya Almanya jî nîşanda ku bi navê çareserkirina kêşeyan û rêgirtina li girjiyan bikevin nava guftûgoyan, ji ber ku girjî û alozî ziyanê bi her dû aliyan digihîne.

Li beranber da Serok Barzanî spasî helwesta Almanya kir û eve jî xisterû ku gelê Kurdistanê li proseyekî aştiyane da deng daye û referandûm îradeya gelê Kurdistanê derxistiye. Tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê hîç hengaveke ji bo girjî û aloziyan netave û li gel Bexda amadeyê guftûgoya bi bê merc û bi ajandayekî vekirî bike.

Top