Times: Kurd bedela lihevkirina Erdogan bi nîjadperestan re didin
Nûçegihana rojnameya The New York Timesê Hannah Lucinda Smith di nûçeya xwe îro de amaje bi wê yekê dike ku lihevkirina Recep Tayyip Erdogan û nîjadperestên tirk zirareke mezin li kurdan kir.
Hannah Lucinda Smith diyar kir ku Abdulselam Tanrikulu yê xelkê Amedê berê piştgiriya Erdogan kiribû û dengê xwe dabûyê lê niha ew poşman bûye. Abdulselam Tanrikulu wiha dibêje: “Min ji bo Xwedê û ji bo ola îslamê ji Erdogan hez dikir. Lê niha derfeta min çê bibe ez dê ji Tirkiyê herim Birîntanya, Îsraîl an welateke din. Li vir ne dadmendî û ne hiquk û ne tiştek din nemaye.”
Smith destnîşan dike ku hestên bi vî awayî li her derê têne dîtin û zêde bûne û dibêje, “ji ber şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyê û PKKê de” gelek avahiyên li navenda Amedê hatine xirakirin.
Cîrana Abdulselam Tanrikulu ya bi navê Aysan Dun jî wiha got: “Mala min di navbera seatekê de hilweşandin. Di hundirê malê de hêj kelûpelên me hebûn. Ez niha nizanim cihê xaniyên min jî li kû derû ye.”
Di beşekê din a rojnameyê de wiha got: “14 milyon kurdên li Tirkiyê, ji aliyekê ve temaşeyê pêvajoya dewletbûna cîranê xwe Herêma Kurdistanê dikin û ji aliyê din ve i 10ê salan paşveçûyîna herêma xwe didin berçavên xwe. Tundî her çiqas li nav bajaran kêm bûye û pevçûn piranî li herêmên derveyê bajêr rû bidin jî lê paş xwe ve wêraneyeke aborî û çandî hiştye.”
Rojnamevanê Timesê eşkere dike ku di heyama vê rewşa awarte de bi biryarnameyên hikmî jikardûrxistina karmendan bandorê rewşa xelkê û jiyana kulturî jî kiriye.
Lîstikavana şanoyê Rukneddin jî destnîşan dike ku berê li Şanoya Amedê her hefte 3 caran lîstikên şanoyê bo bi sedan kesan dihat pêşkêşkirin, lê niha ew rewş nemaye.
Times bi bîr dixe ku piştî 2010ê şanoyên bi kurdî dihatin lîstin û wê yekê jî dida xuyandin ku girîngî bi mafên pêkhateyan tê dayîn.
Di dawiya nûçeya Timesê de wiha tê gotin:
“Ji bo xebatên guhertina destûra bingehîn a Mijdara 2019ê AKPê pêwîstî bi dengên nijadperestên MHPê heye. Piraniya kurdan di vê baweriyê de ne ku ew bedela vê yekê didin. Di salên destpêkê yên destilatdariya AKPê de Erdogan bi hewesa xwe ya çareserkirina pevçûnên 30 salî û dana mafê kurdan li rojhilat (mebest Bakurê Kurdistanê ye) gelek hevalbend ji xwe re çêkiribûn. Lê niha piraniya kesên li vir xwe weke kesên hatine xapandin dibînin.
Rudaw
