• Thursday, 19 February 2026
logo

Wezîrê tenduristiyê dema werzîş dikir jiyana xwe ji dest da!

Gulan Media October 9, 2017 Nûçe
Wezîrê tenduristiyê dema werzîş dikir jiyana xwe ji dest da!
Wezîrê tenduristiya Tunisê dema werziş kirinê ya ji bo projeyek xêrxwaziyê de jiyana xwe ji dest da.

Serokê hikûmeta Tunisê Yusif Şahid ragehand duh 08.10.2017 wezîrê tenduristiyê Selîm Şakir dema kareke xêrxwaziyê de jiyana xwe ji dest daye.

Selîm Şakir temenê wî 56 sal bûye û beşdarî maratona 500 metre ya li bajarê Nabil a rojhilatê Tunisê bûye, ku alîkariya darayî bo ava kirina nexwaşxaneyek zarokên rastî nexwaşiya penceşêrê hatine kir û di maratonê de jiyana xwe ji dest da.

Selîm Şakir di maratonê de rewşa wî ya tenduristiyê têkçû, piştî ku ew gehandin nexwaşxaneya leşkerî ji ber krîza dil jiyana xwe ji dest da.

Basnews
Top