Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Serokê Encûmena Nûnerên Iraqê kir
Li hevdîtinê de di derbarê pêşhatên siyasiyên Iraqê û referandûma gelê Kurdistanê û karvedanan de danustandina bîr û ramanan kirin.
Her li vê hevdîtinê de ji bilî dûpatkirina pêwîstiya parastina aramî û asayîş û dûrketina ji girjiyan, tekez li ser aramkirina rewşa siyasî û piştbestina bi prensîpa guftûgoyê bi ajanda kirin û beşdariya hemû aliyan ji bo gihîştina bi çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda kirin.
