• Friday, 20 February 2026
logo

Kemal Kerkûkî: Di nav koçberên Hewîcê de gelek çekdarên DAIŞê hene

Gulan Media October 8, 2017 Nûçe
Kemal Kerkûkî: Di nav koçberên Hewîcê de gelek çekdarên DAIŞê hene
Fermandeyekî Pêşmerge dibêje, heta niha herî kêm 7 hezar kes ji ber şerê Hewîcê xwe avêtine ber bextê Pêşmerge ku di nav wan de gelek çekdarên DAIŞê jî hene.

Ev çend roj in şerê azadkirina devera Hewîce ya Kerkûkê ji aliyê hêzên Iraqî ve hatiye destpêkirin.

Artêşa Iraqê pêr ragihandibû ku bajarokê Hewîce bi temamî hatiye azadkirin lê hîn derdora bajêr maye ji ber wê jî şer û pevçûn didome.

Fermandeyê Pêşmerge li rojavayê Kerkûkê Kemal Kerkûkî ji televîzyona K24 re gotiye, di heyama çend rojên borî de zêdetirî 7 hezar kes ji Hewîcê reviyane û xwe avêtine ber bextê Pêşmerge.

Kemal Kerkûkî her wiha gotiye, di nav wan de gelek çekdarên DAIŞê jî hene ku beşek ji wan hatine girtin û yên din jî dê bên girtin.

Ew koçberên ku ji ber şerê Hewîcê reviyane, dibêjin ku ew ji tirsa Heşda Şeibî direvin ba Pêşmere çimkî Pêşmerge ligel gelekî wan baş e.

Basnews
Top