• Friday, 20 February 2026
logo

Dîplomatê navdar: Guvaşên Tirkiye û Îranê dê serxwebûna Kurdistanê leztir bike

Gulan Media October 8, 2017 Nûçe
Dîplomatê navdar: Guvaşên Tirkiye û Îranê dê serxwebûna Kurdistanê leztir bike
Dîplomatkarê berê yê amerîkî Peter Galbraith got: “Pir ecêb û xerîb e, çawa Amerîka serxebûna Kurdistanê nas nake?”

Dîplomatkarê berê yê Amerîkayê Peter Galbraith, ku weke kesayetekî nêzîkî Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî tê dîtin ji rojanmeya Haberturk re axivî û got: “Biryara referandûmê ya gel bû, lewma nehate paşxistin. Nêrîna ku dibêje, ‘mafê gelê Kurd nîne biryarê li ser paşeroja xwe bide’ li dijî demokrasiyê ye.

Peter Galbraith diyar kir, ku dawiya dawîn Kurdistan dê bibe dewleteke serbixwe û wiha axivî:

“Serxwebûn dê kengî çêbibe ev bi rêveberiya Iraqê re eleqeder e. Bê gumand ê pêvajoyeke veguhêz hebe.”

Galbraith derbarê zext û guvaşên Iraq, Tirkiye û Îranê de jî nêrîna xwe bi van gotinan anî ziman:

“Barzanî ji bo serxwebûnê dibêje 2 sal pêwîst in. Min li hinek welatan pêvajoya serxwebûnê şopand. Li Kirwatyayê û Tîmûra Rojhilat ez bûme yekemîn balyoz. 2 sal qonaxeke di cîh de ye. Bi nêrîna min îroniyek heye, zext û guvaşên hikûmeta Iraqê, ya Tirkiye û Îranê dibe bibe sedem ku ragihandina serxwebûnê leztir bibe.”

Agahiyên zêdetir tên...

Rudaw
Top