• Friday, 20 February 2026
logo

Çavdêrê referandoma Kurdistanê, David Pollock: Ti roleke Îsraîl di referandomê de nebûye

Gulan Media October 8, 2017 Nûçe
Çavdêrê referandoma Kurdistanê, David Pollock: Ti roleke Îsraîl di referandomê de nebûye
Vekoler û pisorekî Amerîkî dibêje, ti rola Îsraîl di serkeftina referandoma serxwebûna Kurdistana Iraqê de nebûye.

Vekoler û pisporê Amerîkî David Pollock, ku yek ji çavdêrên referandoma serxwebûna Herêma Kurdistanê bû, ji televîzyona erebî ya “Al Hurra” re gotiye, di wê heyama ku ez li Kurdistanê bûm, min ti alayeka Îsraîlê nedît.

David Pollock her wiha gotiye, ti roleke Îsraîl di serkeftina referandoma Kurdistanê de nebûye. Piştevaniya Îsraîl bo serxwebûna Kurdistanê tenê bi gotin bûye ne bi kiryar.

Serokwezîrê Îsraîl Binyamîn Netanyahu û çend rayedarên din yên cihû piştevaniya xwe bo serxwebûna Kurdistana Iraqê nîşan dabûn.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, Mossada Îsraîl bi wê yekê tohmetbar kiribû ku di encamdana referandomê de alîkariya Kurdistanê kiriye.



basnews
Top