Fazil Mîranî: Ji bo konfederaliyê şertê Kurdan heye
Fazil Mîranî di merasîma şîna Mam Celal de bersiv da pirsên Rûdawê û got: “Em di wê rewşê de ne ku pêwîstiya me bi yekrêzî û aştiya siyasî heye. Pêwîst e em nîşanî xelkê bidin ku em xwediyê axa xwe ne. Me şaşiyeke wisa mezin nekiriye cîhan wisa li me zîz be. Me pêvajoyeke demokratîk pêk anî. Mafê milletan jî tê bidestxistin, kes mafî nade kesî.”
Li ser rêkevtina stratejîk a navbera PDK û YNKê de jî Sekreterê Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî got: “Di civîneke berê de jî me behsa wê yekê kir, ku niyeta me û YNKê heye em rêkevtineke nû bikin.”
Mîranî di derbarê şêwaza rêkevtinê de jî got: “Rêkevtin bi heman şêwazî nabe, çimku rewş guherîne. Piştrast dikim ku rêkevtina me û YNKê dê ji bo berjewendiya Kurd û Kurdistanê be û ez hêvîdar im hêza wê jî ji rêkevtina berê bihêztir be.”
Li ser bijardeya konfederalî bo Kurdistanê Fazil Mîranî diyar kir: “Konfederalî baş e, bi wê şertê ku desthilatdarê Bexdayê me weke nezan nebîne.” Herwiha got: “Eger ew dewleta Kurdî nas bikin, emê li gel wan li ser konfederaliyê biaxivin.”
Rudaw
