• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka pêşwazî li operasyona Idlibê dike

Gulan Media October 8, 2017 Nûçe
Amerîka pêşwazî li operasyona Idlibê dike
Tirkiyê hêzeke mezin ber bi sînorê Sûriyê ve bir, ji bo destpêkirina operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) Amerîka pêşwazî li gava Tirkiyê ya destpêkirina operasyona Idlibê kir, Cebhet El-Nusra jî hişyariyê dide Tirkiyê.

Li gor rêkeftina navçeyên kêmkirina şer a di navbera Tirkiye, Rûsya de, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê duh dest bi operasyona kontrolkirina Idlibê ji destê grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê kirin.

Herwiha duh, Serokerkanê Tirkiyê Xelûsî Akar ligel şandeke bilind ku ji Şêwirmendê MÎTê Hakan Fîdan, Serokê Hêzên Bejahî Yeşar Guler û Serokê Hêzên Deryayî Hesen Kocek pêk dihat li navçeya Rîhanyê civiyan û dawî pêşhatên operasyona Idilbê gotûbêj kirin, herweha rewşa li ser sînor û yekîneyên serbazî şopandin.

Wezareta Bergîriyê ya Amerîkayê (Pentagon) di daxuyanyekê de, pêşwazî li gava Tirkiyê kir û got: “Pentagon piştevaniya Tirkiyê wek hevpeymaneke di NATO de dike, ji bo parastina sînorê xwe ji teroristan.”

Ji aliyê xwe ve, grûpa Heyet Tehrîr El-Şamê (Cebhe El-Nusra berê û baskê Qaide li Sûriyê) ji ber destpêkirina operasyona li Idlibê hişyariyê da Tirkiye û grûpên opozîsyona Sûriyê yên Tirkiye piştevaniya wan dike û got: “Hatina Idlibê ne seyran e, dê rûbirûyî bereyeke dijwar bibin.”

Di civîna Astana 6 de, Rûsya, Tirkiyê li ser avakirina “Herêmên kêmkirina şer” li Idlibê li hev kirin. li gor wê rêkeftinê, parastina derveyî Idlibê ji erkê Rûsyayê ye û parastina hundir jî ji erkê Tirkiyê dibe.

K24
Top