• Friday, 20 February 2026
logo

Şîrketeke din ya Rûsî amadehiya xwe nîşan da li Kurdistanê petrolê derxîne

Gulan Media October 7, 2017 Nûçe
Şîrketeke din ya Rûsî amadehiya xwe nîşan da li Kurdistanê petrolê derxîne
Hat zanîn ku piştî şîrketa Rûsî ya Rosneft, şîrketeke din ya Rûsî amadehiya xwe nîşan daye li Kurdistanê petrolê derxîne.

Nûnerê PDKê li Rûsya, Xoşevî Mela Îbrahîm ji BasNewsê re got, rêkeftina şîrketa Rûsî ya Rosneft bi Herêma Kurdistanê re nîşan dide ku Rûsya dixwaze cihê xwe li Kurdistan û Iraqê bike. Rûs şîrketên xwe teşwîq dikin ku li Kurdistanê kar bikin.

Xoşevî Mela Îbrahîm her wiha got, Rosneftê 4 milyar dolar bo pirojeya kişandina boriya Kurdistanê terxan kiriye.

Nûnerê PDKê li Rûsya da zanîn ku şîrketa “Zarubezhneft” jî amadehiya xwe nîşan daye li Kurdistanê petrolê derxîne û got, rayedarên şîrketê bi Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re hevdîtin kirine û amadehiya xwe bo derxistina nefta Kurdistanê nîşan dane.

Wî dîplomatê kurd ragihand ku şîrketa “Zarubezhneft” şîrketek gelekî mezin e û zêdetir li derveyî Rûsya kar dike.

Basnews
Top