• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin gotûbêjên cidî li gel Bexdayê destpê bikin

Gulan Media October 7, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Em dixwazin gotûbêjên cidî li gel Bexdayê destpê bikin
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî taybet ji Kurdistan24ê re got: “Em amade ne li Bexda yan li her cihekî din li gel hikûmeta Iraqê danûstandinan bikin ji bo çareserkirina kêşeyan, ji ber ku tenê bi diyalogê em dikarin kêşeyan çareser bikin.”

Di dema beşdariya wî de behiya Mam Celal Talebanî de, Nêçîrvan Barzanî ji Kurdistan24ê re got: “Em dixwazin bi riyên aştiyane û diyalogê kêşeyên xwe çareser bikin. Ev peyama me ye ji bo welatên cîran û Bexdayê û hemû aliyekî. Tiştê ku gelê Kurd û pêkhatên din li Kurdistanê kirine, mebest jê ew bû ku em peyama xwe ya aştiyê bigehînin tevahiya cîhanê, ku em dixwazin bi aştiyane û bi diyalog û danûstendinan kêşeyan çareser bikin.”

Got jî: “Heya niha sînor vekirî ne û em nabînin ku girtina sînoran wê kêşeyan çareser bike. Welatekî wek Îran bi xwe bûye qurbaniya siza û guvaşan û sînor li ber hatine girtin, lewra ez bawer nakin girtina sînoran kêşeyan çareser bike. Çareserî ew e ku em karibin bi piroseyeke danûstandinan li gel Bexdayê kêşeyan çareser bikin.”

Derbarê destpêşxeriya Serokê Firensa ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, Nêçîrvan Barzanî got: “Serokê Firensa ragihandiye, ku ew dixwaze navbênkariyê bike û danûstendin di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibin û em jî li gel Firensa û Netewên Yekgirtî li ser xetê ne û heger Bexda razî bibe em amade ne li her cihekî be danûstendinan bikin û em pêşwaziyê li bizavên Serokê Firensa dikin.”

Li ser koça dawî ya Mam Celal, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê got: “Ez bi hêvî me çûyina Mam Celal bibe sedema nêzîkbûna hemû aliyan. Çûyina Mam Celal cihekî mezin vala hişt, ez bi hêvî me hemû alî bi hev re kar bikin ji bo dagirtina wê valahiya mezin, daku em karibin vê rewşa dijwar ya ku bi ser Kurdistanê de hatiye derbas bikin û heger em destê hev negirin gellekî zehmet e, lê heger em bi hev re bin û bi hev re kar bikin, emê karibin vê rewşê derbas bikin.”

K24
Top