• Friday, 20 February 2026
logo

Silêmanî.. Barzanî di gel jimareka berpirsên Îraqê civiya

Gulan Media October 7, 2017 Nûçe
Silêmanî.. Barzanî di gel jimareka berpirsên Îraqê civiya
Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Silêmanîyê di gel jimareyeka berpirsên Îraqî civiya, Eyad ‘Elawî jî radigehîne: Civina wan gelek baş û erênî bû.
Mes’ûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, îro piştî seredana gora Mam Celalî kirî li cihê bêhinvedana xwe di gel herdu cihgirên serokkomarê Îraqê Osame Nucêfî û Eyad ‘Elawî û jimareka parlemantar û berpirsên Îraqî civiya û bas li rewşa nihaya Kurdistanê û Îraqê û encamên referandomê û biryarên Bexda dijî Kurdistanê kirin.
Eyad ‘Elawî piştî civinê ji bo rojnamevanan got: Civin gelek erênî û baş bû û berdewam destipêşxerîyên nû ji bo nêzîkkirina Hewlêr û Bexda brêvene û herdu alî amadene û ew geşbîne ku kêşeyên Hewlêr û Bexda bi danûstandin çarebibin.

Waar.tv
Top