• Friday, 20 February 2026
logo

Polîseke kurd li Xurmatû hate kuştin!

Gulan Media October 7, 2017 Nûçe
Polîseke kurd li Xurmatû hate kuştin!
Şeva borî li taxa komar a bajarokê Xurmatû, karmendek polîs ê kurd, ji aliyê kesên nenas ve hate kuştin.

Berpirsê ragehandina qaymeqamiya qeza Xurmatû Mihemed Fayêq ji BasNewsê re ragehand, şeva borî 06.10.2017ê polîsê kurd ê bi navê Samî Ehmed dema ku dinav erdê xwe de ye, ku 500 metreyan li mala wî dûre hate kuştin.

Mihemed Fayêq ragehand, Samî Ehmed temenê wî 42 sale û bi sê guleyan hatiye kuştin. Derbarê bûyerê de polîs dest bi lêkolînê kiriye.

Li Xurmatû çend grubek milîsên heşdî şeibî hene, ku berdewam dijatiya hemwelatiyên kurd, tirkmen û erebên sunne dikin.

Basnews
Top