• Friday, 20 February 2026
logo

Beşar Esed ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê şand

Gulan Media October 6, 2017 Nûçe
Beşar Esed ji bo Mam Celal peyama sersaxiyê şand
Serokomarê Sûriyê Beşar Esed ji ber koça dawî ya sekreterê YNKê û serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî peyamek ji Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm re şand û hevxemiya xwe anî ziman.

Beşar Esed di peyama xwe de koça dawî ya Mam Celal ji bo Iraq û Sûriyê weke wendahiyeke mezin terîf kiriye û gotiye: “Ew li gel bûyerên herdu welatan rast û dirûst jiya. Parastina berjwendiyên herdu welatan kir. Hem dilsoz û hem jî wefadar bû. Ji ber van prensîbên wî dost û neyarên wî jî rêz jê re digirtin.”

Esed ji bo Mam Celal peyva “Serok Celal Talebanî” bikar aniye û diyar dike ku “Pêgeheke taybetî yê Serok Celal Talebanî di dilê gelê Sûriyê de hebû.”Esed di dawiya peyama xwe de daxwaza sebrê û sersaxiyê ji malbata Talabanî re xwest.

Waar.tv
Top