Ehmed Turk: Ti pêwendiya referandoma Başûrê Kurdistanê bi Tirkiyê re nîne
Ehmed Turk li ser helwesta Tirkiyê li hember referandoma serxwebûna Kurdistana Iraqê ji Dengê Amerîka re gotiye, gelê Kurdistana Iraqê ji bona destnîşankirina qedera xwe referandomek kirin. Ti pêwendiya vê yekê bi Tirkiyê re nîne. Beriya ku referandom bikeve rojê Tirkiye dostê wan bû lê piştî referandomê dostanî vegeriya dijmintiyê.
Turk aniye ziman ku Tirkiye Kurdistana Iraqê bi yekê tehdîd dike ku dê derbasî Kerkûkê bibe û gotiye, behsa Kerkûkê dikin û dibêjin emê ji bona turkmenan derbasî Kerkûkê bibin! Sedam demek dirêj zilm li turkmenên Kerkûkê kir çima wê çaxê dengê xwe nedikirin! Lê dema mesele dibe kurd karta turkmenan bikar tînin.
Ehmed Turk daye xuyakirin ku Tirkiye dibêje li gorî “Peymana Enqerê” ya sala 1926 mafê me heye em derbasî Mûsil û Kerkûkê bibin û gotiye, di wê peymanê de ti mafekî wisa nehatiye destnîşankirin jixwe sala 1946 ew madeya ku Tirkiye behsa wê dike, ji peymanê hat derxistin. Hêrsa Tirkiyê tenê li dijî kurdan e, ewên din hemû hêcet in.
Wî siyasetmedarê Bakûrî bang li Tirkiye û Îranê jî kir, hurmeta îradeya gelê Kurdistanê bigirin û encamên referandomê qebûl bikin.
Basnews
