Eyad Elawî:Daxwaz ji civaka navnetewî dikin kirîza Bexda û Hewlêr çareser bikin
Îro, Pênşemê 5.10.2017 Cîgirê serokê Iraqê Eyad Elawî di hevdîtineka xwe de ligel balyozê Hollanda li Iraqê Matyas Wiltirs derbarê kirîza di navbera Hewlêr û Bexdayê de piştî encamdana referandumê dirûstbibû huşdarî da.
Li gor daxxuyaniya nivîsingiha Elawî hevdîtin derbarê kirîza di nav bera hikumeta Ebadî û Herêma Kurdistanê de bû, daku, çareseriyekê bo pirsgirêkan di nav bera her du aliyan de.
Herwiha Ebadî da zanîn ku, ji ber berdewamiya kirê hewlên wî bo destpêkirineke berfireh a danûstandinan di navbera Hewlêr û Bexdayê hene û tekez kir ku, wî daxwaz ji civaka navnetewî kiriye dîtinekê guncaw bo pirsgirêkê re bibînin.
basnews
