Bakûr – Li Sêrtê şerekî giran di navbera hêzên Tirkiye û PKKê de derketiye
Ajansa nûçeyan ya Dogan ya Tirkiyê ragihandiye, li çiyayê Çirav li nêzîkî navçeya Erûhê ya Sêrtê di navbera hêzên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer derketiye û heta niha jî didome.
Li gorî agahiyan, di wî şerî de heta niha serbazek bi giranî birîndar bûye. Serbazê birîndar birine nexweşxaneya Sêrtê.
Basnews
