• Friday, 20 February 2026
logo

Amerîka daxwaza destpêkirina danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dike

Gulan Media October 5, 2017 Nûçe
Amerîka daxwaza destpêkirina danûstandinên Hewlêr û Bexdayê dike
Balyozê Amerîkayê li Îraqê ragihand; Bizavên wan ji bo aramkirina rewşê berdewamin û pêdivîye Hewlêr û Bexda dest bi danûstandinan biken.
Di rêwresmekê serbazî da li Bexdayê Doglas Sîlman balyozê Amerîkayê li Îraqê got: Waşinton ji referandoma Kurdistanê dilgiran bû, lê niha referandom hatîye kirin û pêdivîye Hewlêr û Bexda aramyê ragirin û hêşta foksa herdu alîyan li ser şerrê dijî DAIŞê be.
Got jî: Pêdivîye Hewlêr û Bexda dest bi danûstandinên aştîyane biken û ji bo vê yekê jî, bizavên Amerîka bo aramkirina rewşê berdewamin.
Ev di demekî daye ku duh Neteweyên Yekgirtî jî, heman daxwazkirbû û ragihandibû pêdivîye dûr ji destêwerdanên welatên cîran, Hewlêr û Bexda dest bi danûstandnan biken.

Waar.tv
Top