• Friday, 20 February 2026
logo

Macron: Divê mafê Kurdan were dan!

Gulan Media October 5, 2017 Nûçe
Macron: Divê mafê Kurdan were dan!
Serokê Fransa Emmanuel Macron piştî civîna li gel Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ragihand, ku welatê wî li gel yekparçeyiya Iraqê ye, lê belê divê mafên kurdan jî were dan.

Emmanuel Macron îro li Koşka Elysseeyê pêşwazî li Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî û şanda pê re kir, ku bi serdaneke fermî li Parîsê ye.

Piştî timambûna hevdîtinê, Macron û Ebadî beşdarî di konfranseke rojnamevanî ya hevbeş de kirin.

Serokê Fransa di vê konfransa rojnamevanî de ragihand, Fransa li gel yekparçeyiya Iraqê ye, lê belê divê mafên kurdan jî werin dayîn.

Emmanuel Macron got: “Di heyamên bihorî de me gelek caran bi rêya telefonê pêwendî li gel Serokwezîrê Iraqê encam daye û me mijara referandumê gotûbên kiriye.”

Macron derbarê referanduma Kurdistanê de da xuyakirin: “Referanduma Herêma Kurdistanê nepiştrastiyeke rasteqîn li Iraqê çêkiriye, berî encamdanê jî me gotiye, ku em iraqeke yekgirtî û bihêz dixwazin, hevdem Fransa pêwendiyeke dostane ya bihêz li gel kurdên Iraqê heye û pêwîst e îtîraf bi mafên Kurd were kirin.”

Macron amaje bi wê yekê jî kir, ku Parîs amade ye navbeynkariyê di navbera Bexda û Hewlêrê de bike ji bo çareserkirina pirsgirêkên wan.

Rudaw
Top