Rêveberiya Xweser 3 roj şîna giştî ragihand
Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de belav kir, “Bi êş û xemgîniyek mezin me agahiya wefata Sekirtêrê YNK‘ê û Serokê berê yê Îraqê birêz Celal Telabanî bihîst. Mam Celal di temenê xwe yê 83 salî de çû ser dilovaniya xwe. Temenê Mam Celal bi têkoşîna azadî û demokrasiya gelê Kurdistanê û bi taybetî li Başûr û Îraqê bi giştî dagirtiye.”
Rêveberiya Xweser serxweşî li hevjîna Telebanî Hîroxan, kurên wî, tevahî malbata Telabanî û dostên wî yên YNK‘ê û tevahî gelê Kurdistan û Îraqê kir û got, Di kesayetiya Mam Celal de hemû taybetmendiyên rêvebertiya partiyê û gel hebû. Di dema doza Kurdî di qonaxên hestiyar re derbas dibe Mam Celal roleke çalak lîst.”
Kordînasyona Giştî ya Rêveberiya Xweser de di dawiya daxuyaniya xwe de 3 roj wek şîna giştî li her sê hemên Rojavayê Kurdistanê ragihand.
K24
