• Friday, 20 February 2026
logo

Erebên sunnî yên Iraqê jî mîna kurdan dixwazin referandomê bikin

Gulan Media October 5, 2017 Nûçe
Erebên sunnî yên Iraqê jî mîna kurdan dixwazin referandomê bikin
Erebên sunnî yên Iraqê jî dixwazin bibin xwedan herêmeke serbixwe û bo vê yekê jî dixwazin mîna gelê Kurdistanê, referandomê pêk bînin.

Berdevkê eşîrên ereb yên deşta Neynewa û yek ji mezinên erebên sunnî yên Iraqê, Muzahim El Huwêt ji BasNewsê re got, erebên sunnî jî dixwazin bibin xwedan herêmeke serbixwe. Herêma erebên sunnî dê ji beşek ji parêzgeha Bexdayê, Neynewa, Enbar, Diyale û Selahedîn pêk were.

Muzahim El Huwêt her wiha got, serokeşîr û mezinên erebên sunnî bo vê yekê gavên baş avêtine û amadekarî bo ragihandina herêma erebên sunnî hatine kirin.

Wî mezinê erebên sunnî anî ziman ku mafê erebên sunnî ye bibin xwedan herêmeke serbixwe û got, da ku em carekî din rastî komkujî û zilma komên terorîstî û şîeyên Iraqê neyên.

Endamê encumena parêzgeha Neynewa, Xezwan Dawidî jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, erebên sunnî dixwazin vê mijarê li parêzgeha Neynewa û çend parêzgehên din bikeve rojevê.

Xezwan Dawidî her wiha got, îhtimal heye ev mesele bi rêya referandomekê re bikeve rojevê û li parlamentoya Iraqê jî xebatek bo vê yekê tê kirin. Sunniyên Iraqê dixwazin bibin xwedan herêma xwe û ji zilma şîeyan rizgar bibin.

Palamenterê kurd li parlamentoya Iraqê Salim Şebek jî li ser vê mijarê ji BasNewsê re got, mijara pêkanîna herêma erebên sunnî li parlamentoyê hatiye behskirin lê hîn nayê zanîn dê çawa vê yekê bikin. Wisa xuya dike dê di demek nêzîk de zelal bibe.

basnews
Top