Komîsyonê dema propagandaya hilbijartinên parlementoyê diyar kir
Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan û Referandumê ya Herêma Kurdistanê di çarçoveya civîna encumena komîsyonê de daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Di civîna encumena komîsyonê de ji ber kêmbûna wextê, çend dem hatine diyarkirin û hin ji wan jî hatine guhertin. Roja 15ê Cotmehê weke dema destpêka propagandaya hilbijartina Parlementoya Kurdistanê hate diyarkirin û dê heta 29ê Cotmeha 2017an berdewam bibe.”
Biryarên komîsyonê ev in:
Yekem: Dema pêkanîna hevpeyamaniyê di navbera aliyên siyasî de, ji 3-10-2017an heta 6-10-2017an e.
Duyem: Dema pêşkêşkirina namzedan ji bo Parlementoya Kurdistanê ji 9-10-2017an heta 13-10-2017an e.
Sêyem: Kempîna propagandaya hilbijartina Parlementoya Kurdistanê ji 15-10-2017an heta 29-10-2017an e.
