• Friday, 20 February 2026
logo

Yekîtiya Zanayên Kurdistanê bersiva Ezherê dide

Gulan Media October 4, 2017 Nûçe
Yekîtiya Zanayên Kurdistanê bersiva Ezherê dide
Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê rexne li daxuyaniya zanîngeha Ezherê digire, ku duh li dijî pirsa referandûmê û serxwebûna Kurdistanê derkiribû.

Yekîtiya Zanayên Ola Îslamê li Kurdistanê di daxuyaniya de daxwaz ji zanîngeha Ezherê kir, rêzê li vîna gelê Kurdistanê bigire û got ku, zanîngeha Ezherê xwe ji maf û rastiyê dûr xist û stemên li gelê Kurdistanê hatiye kirin nabîne. Gelê Kurdistanê bi rêjeyeke gelekî bilind û bi riyên aştiyane dang da serxwebûna Kurdistan.

Yekîtiya Zanayan rexne li helwesta zanîngeha Ezherê ya derbarê “Neviyên Selahedîn Eyûbî” de girt û got, zanîngeha Ezherê navê Kurd û Kurdistanê bikar neyîna û li cihê wê got “Herêma bakur”

Herwiha zanayên ola Îslamî sersamiya xwe ji girêdana serxwebûnê bi planên dagîkeriyê ve derbirî û got, zanîngeha Ezherê çavên xwe ji hemû zulm û stemên bi ser Kurd de hatine, girtine.

Di beşeke din ya daxuyniyê de hat, “Ereb kesên yekem bû ku Umeta Îslamî perçe kirine û 22 dewlet damizrandine. Çima hûn ji xwe re helal dikin û ji me re heram dikin.”

Duh Zanîngeha Ezherê di daxuyniyekê de referandûma serxwebûna Kurdistanê red kir û ew bi planên dagîrkeriyê ve girêda û daxwaz ji Iraqiyan kir ku li dijî wê plane rawestin.

K24
Top