• Friday, 20 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal li dijî diktatorîyê û bicîanîna demokasiyê li Îraqê roleke giring lîst

Gulan Media October 4, 2017 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî: Mam Celal li dijî diktatorîyê û bicîanîna demokasiyê li Îraqê roleke giring lîst
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê, bi minasibeta wefatkirina Mam Celal sekreterê giştiyê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê û serokomarê berê yê Îraqê, di peyameke sersaxiyê de dibêje ku Mam Celal di şoreşa Kurdistan û tekoşîna demokrasiyê de li Îraqê roleke giring hebû û xwediyê navûdengiyek cîhanî bû.

Ev li jêr teksta peyama sersaxiyê:

Peyama sersaxiyê ji bo gelê Kurdistan, Îraq, malbata Mam Celal û Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê:
Îro gelê Kurdistan û Îraqê azadîxwaz û têkoşerekî mezin yê azadîya Kurdistan û demokrasiya Îraqê ji dest da ku ew jî cenabê Mam Celal e. Bi vê minasibetê, bi navê xwe û hikûmeta Herêma Kurdistanê sersaxiyê li hemû gelê Kurdistan û Îraqê, li Hêro xan, kak Qubad Talebanî, Bavil Talebanî û hemû malbata cenabê Mam Celal û polîtbûroya Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê dikim.

Cenabê Mam Celal roleke mezin di şoreşa Kurdistanê de hebû, her di jiyê gencîniyê de tevlî tevgera rewşenbîrî û sisyasî ya Kurdistanê bû û weke serkirdeyek rol di xebata Partiya Demokrata Kurdistanê de hebû û ew damezrênerê Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê bû ku bi hev re digel Partiya Demokrata Kurdistanê di şoreşê de û di avakirina Bereyê Kurdistanî de û di serhildan û damezrandin û parastina saziyên demokrasî û şeriî yên Kurdistanê de roleke giring lîst.

Rola Mam Celal di xebata dijî diktatorî û bicîanîna demokasiyê li Îraqê roleke girin e ku tu carî nayê jibîr kirin. Xwedêjêrazî serok Mam Celal digel serok Barzanî û serkirdeyên din yên demokratîxwaz, di karkirin û pêdagirî li ser avakirina Îraqê li ser sîstema demokrasî û medenî, wekheviya neteweya kurd û ereb, parastina mafê tikmen, kirîstiyan û hemû netewe û pakrewanên ol û mezheb din li Îraqê, bicîkirina pirensîpê tewafiqê weke esasê biryardan û rêvebirinê li gor destûra Îraqê, roleke herî ber bi çav hebû.

Mam Celal weke serokomarê Îraqê li Bexdayê, ji bona bicîkirin û parastina destûrê hertim di nav xebatên berdewam de bû. ji ber pirîstîja wî ya taybet li cem hemû hêzên Îraqê û ji ber lêhatiya wî heta radeyekê karî gelek rêgirîyê li binpêkirina bingehên tewafiq û îhmalkirina destûrê bike, her ji ber vê yekê jî me dît piştî nexweşketina Mam Celal û dûrketina wî ji posta serkomariyê li Bexdayê, binpêkirina destûr û bingehên tewafiqê li Îraqê gelek zêdetir bûye û ji encamê vê yekê jî pirosesa siyasî li îraqê seqet bûye û karesat û malwêranî ji bo hemû Îraqê gelek zêdetir bûne. Mam Celal bi wî awayê karkirina xwe li posta serokomariyê, bibû xwedî navdengiyeke cîhanî.

Têkeliyên min û Mam Celal, têkeliyên gelek baş û qedirgirtin û lihevtêgehiştina berdewam bû, gelek ji wan pirsgirêkên diketin pêşiya me dibûne beşek ji danûstandin û têkeliyên berdewam yên navbera me de, encam jî hertim çareserî bû. Digel min, ji bona çareserkirina pirsgirêkan, ew hertin xwediyê mejiyekê vekirî bû.

Jidestdana serkirde û siyasiyekî weke Mam Celal, ji bo Kurdistan, Îraq û deverê ziyaneke mezin e. Careke din sersaxiyê li hemû wan dikim yên ku Mam Celal xweş diviya û hêvîdarîn hemû aliyek hizir di awayê karkirina Mam Celal de bikin di rêvebirina karan de bi tewafiq li Îraqê.

Yada wî hertim bi xêr be û cîyê wî beheşt be.


Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê
03.10.2017

Rudaw
Top