• Friday, 20 February 2026
logo

Serok Barzanî ji bo koça dawiya Mam Celal Talebanî, şîna giştî ragihand

Gulan Media October 4, 2017 Nûçe
Serok Barzanî ji bo koça dawiya Mam Celal Talebanî, şîna giştî ragihand
Roja sêşem 03.10.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê, li peyameke vîdeoyî da ji bo koça dawiya Mam Celal Talebanî Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û Serok Komarê berê yê Iraqê, şîn û matemîniya giştî ragihand.

Eve jî naveroka peyamê ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Hemwelatiyên xweşdiviyê Kurdistanê

Bi xem û kovaneke mezin nûçeya koça dawiya Serok Mam Celal gihîşt me.

Pirse û serxweşiya xwe pêşkêşî malbata Talebanî û bi taybetî (Hêroxan, Kak Bafil û Kak Qubad) dikim, bi dil hevbeşê xema wanîn.

Ji destdana serkirdeyekî wekî (Mam Celal) ziyanekî mezine ji bo gelê me û cihê wî bi hêsanî nayê pir kirin.

Serxweşiyê li xwe û hemû gelê Kurdistanê û birayên serkirdayetiya Yekîtiya Niştîmaniya Kurdistanê û hemû endamên wan dikim.

Hêvîdarim xwedayê mezin, giyanê birayê minê birêz (Mam Celal) bi bihûşta fireh şad bike.

Min bi xwe jî heval û bira û piştevanekî bi hêz ji dest da. Cihê şanaziye ku me her dûyan pêkve û li gel birayên din, me karî gelek astengî û nexweşî li ser rêya xebat û têkoşîna xwe hilgirîn. Her wiha me gelek qonaxên tehl û nexweş jî derbaskir.

Şanaziye ku gelek ji destkeftên îro vedigerê li ser wê birayetiya ku pêkve me bingeha wê danî.

Niha jî baştirîn wefa ji bo giyanê birayê birêz (Mam Celal) û giyanê hemû şehîdên rêya rizgariya gelê me, bi hêztir kirin û bi hêztir kirina yekrêziya mene, her bi wê yekê jî dikarîn bigihîn wê armanca pîroza ku serkirdeyên me û hezaran zarokê û gedeyên gelê me giyanê xwe bi wê navê de gorî kir.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Kullu nefsîn zeîqatul mewt (Hemû giyanek wê mirinê tam bike)


Bi vê helkefta xemgîn ve, hefteyek şîn û matemîniya giştî radigihînîn.''

Top