• Friday, 20 February 2026
logo

Endamên kongreyê: Bila Amerîka giştpirsiya serxwebûnê nas bike

Gulan Media October 3, 2017 Nûçe
Endamên kongreyê: Bila Amerîka giştpirsiya serxwebûnê nas bike
Çend endamên Kongreya Amerîkayê bang li Wezîrê Derve yê Amerîkayê kirin ku piştevaniya giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê bike.

Endamên Kongreya Amerîkayê Steve King, Trent Franks, Louie Gohmert, Robert Pittenger û Doug LaMalfa bi nameyekê ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê Rex Tillerson daxwaz kirin ku piştevaniya giştpirsî û serxwebûna Kurdistanê bike.

Di nameyê de tê bi vê yekê tê amajekirin ku bi piştnegirtina refanduma serxwebûnê, Amerîkayê li herêmê di şerê dijî DAIŞê de derfetek girîng ji dest daye.

Endamên Kongreyê yên Komarîxwaz dibêjin ji bo ku kurd dewleta ava bikin divê Amerîka piştgiriya wan bike û herwiha ji Rex Tillerson daxwaz dikin ku bila Amerîka piştevaniya Îran û Tirkiyê neke çimkî ew li dijî serxwebûna Kurdistanê ne.

Tillerson beriya niha ragihandibû ew dê giştpirsiya serxwebûna Kurdistanê nas nekin ku bi ji sedî 92 dengên belê hatibû encamdan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê jî li hemberî daxuyaniya Tillerson ragihandibû, ku ew hêvî dikin Amerîka wê helwesta xwe careke din li ber çavan re derbas bike.

Rudaw
Top