Parlamenterên kurd ji parlamentoyê hatine derxistin
Îro Sêşem (03-10-2017), Parlamentoya Iraqê ji bo rûniştina asayî civya. Lê ji ber giştpirsiya serxwebûna Başûrê Kurdistanê rê nedan parlamenterên kurd bikevin hola parlamentoyê.
Peyamnêrê Rûdawê da zanîn, ku endamtiya parlamenterên kurd hatiye sekinandin û ji wan re gotine vegerin Kurdistanê.
Li gorî agahiyan, Serokê Parlamentoyê û Hevpeymaniya Nîştîmanî ya şîeyan daxwaza amadekirina lîsteya navê parlamenterên kurd ên beşdarî giştpirsiya Kurdistanê dikin.
Ji ber dengdana giştpirsiyê daxwaz dikin, ku parêzbendiya yasayî ji parlamenterên kurd were wergirtin.
Herwiha endamtiya parlamênterên kurd hate betalkirin û daxwaza dadgehkirina wan tê kirin.
Rudaw
