• Friday, 20 February 2026
logo

Ji Erdogan peyama sersaxiyê

Gulan Media October 3, 2017 Nûçe
Ji Erdogan peyama sersaxiyê
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan pêwendî bi malbata Celal Talebanî kir û ji ber wefata wî sersaxî ji wan re xwast.

Erdogan di pêwendiyeke telefonî de li gel hevjîna Celal Telbanî, Hêro Îbrahîm Ehmed û kurê wî Qubad Talebanî ku Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ye, ji ber wefata Mam Celal Talebanî serxsweşî li wan kir.

Îro sêşemî serokomarê berê yê Iraqê û Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) ku meha bihorî (Îlon) bo çareseriya pizîşkî çûbû Almanyayê, li nexweşxaneyeke wî welatî koça dawî kir.

Îro berî nîvro hatibû ragihandin, ku rewşa tendirustiya Talebanî xirab bûye û ketiye komayê û pizîşkan ew xistine bin çavdêriya tund a pizîşkî.

Piştî nîvro ji nav nexweşxaneyê ve xanyarî kete destê Tora Medyayî ya Rûdawê, ku Celal Talebanî canê xwe ji dest daye û koça dawî kiriye.

Rudaw
Top