Yekem civîna Amerîka û Kurdistanê piştî referandumê
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro sêşemî 3ê Cotmeha 2017ê li Hewlêrê pêşwazî li Balyozê Amerîkayê Bexdayê Douglas Silliman û Serkonsulê Amerîkayê yê Hewlêrê Ken Gross kir.
Li gorî daxuyaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û şanda Amerîkayê bi berfirehî derbarê rewş û pêşhatên dawî yên navbera Kurdistanê û Iraqê de berî referandumê û piştî referandumê û herwiha li ser rewşa herêmê gotûbêj kirin.
Di civînê de her du alî li ser wê yekê rijd bûn, ku hemû aliyên navxweyî û navdewleît hewl bidin, ku rewş were aramkirin û diyalogeke ciddî di navbera Hewlêr û Bexdayê bo çareserkirina pirsgirêkan hebe.
Piştî sazdana referanduma serxwebûna Kurdistanê di 25ê Îlonê de, ku Amerîka li dijî sazdana wê di wê demê de bû û daxwaza paşxistina wê kiribû, ev civîn yekem têkiliya fermî di asteke bilind de di navbera Waşington û Hewlêrê de ye.
Rudaw
