• Friday, 20 February 2026
logo

Tan: Divê Tirkiye rêz li encama referanduma Kurdistanê bigre

Gulan Media October 3, 2017 Nûçe
Tan: Divê Tirkiye rêz li encama referanduma Kurdistanê bigre
Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan li ser bertekên rayedarên Tirkiyê yên di derbarê referanduma serxwebûna Başûrê Kurdistanê de ragihand: “Divê Tirkiye aram bibe û li Herêma Kurdistanê encameke bi çi rengî derkeve, divê rêz lê were girtin.”

Parlementerê HDPê yê Amedê Altan Tan îro li Parlementoya Tirkiyê li ser referanduma serxwebûna Kurdistanê konferanseke rojnamevaniyê pêk anî.

Altan Tan di konferansê de diyar kir, ku heta hefteyek beriya encamdana referandumê jî li Tirkiyê bêdengî hebûye û piştî ku dema referandumê nêzîk bûye rojeve Tirkiyê gelek germ bûye.

Parlementerê HDPê Tan bal kişande ser wê yekê ku li ser ekranan gelek kes li ser mijara referandumê diaxivin û got: “Gava ez guhdarî dikim, mat dimînim.”

Altan Tan li ser pisporên Tirkiyê yên ku li ser ekranan diaxivin got: “Zanyariyên qirêj hene, mijarên herî hêsan jî, ew qas xelet û ew qas derew têne qalkirin, mirov mat dimîne.”

Altan Tan li ser gotinên "yekîtiya axa Iraqê û yekîtiya axa Sûriyê" bertek nîşan da û got: “Gelo li holê dewleteke bi navê Iraq maye? Him gelo di dîrokê de bi navê Iraq û Sûriyê dewlet hene? Hûn bi xwe dibêjin bi rêkevtina Sykes-Picotê pêvajoyek dest pê kiriye.”

Herwiha Altan Tan aşkere kir, ku Iraq niha bi kirdarî dabeş bûye û bûye sê parçeyên cuda, li başûr di bin kontrola Îranê de rêveberiyeke şîe heye, li bakur sunî hene û Herêma Kurdistanê heye.

Tan amaje bi wê yekê kir, ku li Rojhilata Navîn nêzîkî 40 milyon Kurd hene û got: “Ew naxwazin cuda bibin, lê hûn jî werin projeyên xwe yên di derbarê Kurdan de aşkere bikin, gelo Kurd li Iraq bila çi bikin?”.

Parlementerê Amedê bal kişande ser wê yekê ku suniyên Ereb ên li Mûsilê jî naxwazin li gel Bexdayê bin û got: “DAIŞ ji Mûsilê çû Heşda Şeibî hat.”

Li ser Tirkmenên li Başûrê Kurdistanê jî Altan Tan diyar kir, ku Tirkmen li Hewlêrê jî, li Kerkûkê jî li gel birayên xwe yên Kurd di aştiyê de dijîn, ji seretayî heta lîseyê dibistanên Tirkmenan hene, komeleyên wan, kanalên wan ên televîzyonê hene, niha zimanê Tirkmenî li Herêma Kurdistanê di nav zimanên fermî de ye, parlementerên li Parlementoya Kurdistanê jî dikarin bi Tirkmenî biaxivin.

Weke din Altan Tan aşkere kir, ku divê Tirkiye aram bibe û li referanduma Herêma Kurdistanê encameke bi çi rengî derkeve, divê rêz lê were girtin.

Rudaw
Top