10 koçberên Başûrî gihîştin Efrînê
Rojnamevan Mihemed Billo ji Efrînê ji Rûdawê re ragihand, ku roja yekşemî 2ê Cotmeha 2017ê deh koçberên din ên Başûrê Kurdistnê ji aliyê Tirkiyê ve hatine derxistin.
Billo got, ew koçberên Başûrê Kurdistanê bi rêya deriyê Bab Elhewa ji bo deverên di jêr kontrola Cebhet El-Nusre de hatibûn şandin.
Li gor Mihemed Billo ew koçber li navendekê li gundê Qitmê yê girêdayî Efrînê hatine bicihkirin û alîkariyên pêwîst ji wan re hatiye pêşkêşkirin.
Li gorî zanyariyan, niha 140 koçberên din di navendeke vehewandinê de li gundê Qitmê dimînin.
Rudaw
