Berhem Salih cudabûna xwe ji YNK ragihand û got: Biryara jîrane diyalog e li gel Bexdayê
Berhem Salih di peyameke vîdyoyî de got: “Pêwîst e Cîranên me li navçeyê û civaka navdewletî wê rastiyê li berçav bigrin, ku Kurd gelê resen yê vê navçeyê ye, ewlehî û aramiya rojhilata navîn, bêyî rêzgirtin li mafên rewa yên gelê Kurdistan berqerar nabe. Paşerojê jî piştrast kiriye, ku bi zimanê gef û sizadana bi kom ti carî îradeya gel ji bo azadiyê ji nav naçe.”
Salih got: “Biryara jîr û medrûs diyalog e li gel Bexdayê li ser bingeha peyama Ayetulla Sîstanî û daxwaza civaka navdewletî, ew yek pêwîst e ji bo gerentîkirina mafên rewa yên gelê Kurdistan. Ji ber ku biryara me ya niha, nek tenê ji bo nifşekî ye, lê ji bo nifşên pêşeroja me ye, ew nifşana jî wê di pêşerojê de li ser bingeha biryara me ya îro bijîn, lewra divê bi berpirsatî em gavan bavêjin.”
Derbarê pêwendiyên wî li gel Yekîtî Niştimanî Kurdistan, Berhem Salih wek bîranînekê di jiyana xwe ya siyasî de behsa endamtiya xwe kir û got: “Ez rastgo bûm bi heval û gelê xwe re. Ji ber ku min di 41 salên endamtiya xwe de, bi armanca xizmetkirinê di nav Yekîtî de kar kir.”
Û got: “Di dîrokê de YNK xwedî serwerî û dahênaneke mezin bû, lê mixabin li gel qonaxa niha ya siyasî û hikumraniyê, nakokî di navbera serkirdatiya YNKê de heye.”
Komisyona Bilind a hilbijartin û raprisiyê li Herêma Kurdistanê, 17ê Êlûna îsal, lîsta Hevpeymanî ji bo Dîmukratî û Dadperweriyê, wek yekem lîst ji bo hilbijartinan pesend kir.
Biryar e 1ê Mijdara îsal hilbijartin li Herêma Kurdistan û navçeyên derveyî îdara Herêma Kurdistanê bên encamdan.
K24
