• Friday, 20 February 2026
logo

Bekir Bozdag:Gotinên ku derbarê derbasbûna leşkerên Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê tên kirin, tenê şirove ne.

Gulan Media October 2, 2017 Nûçe
Bekir Bozdag:Gotinên ku derbarê derbasbûna leşkerên Tirkiyê bo nav xaka Herêma Kurdistanê tên kirin, tenê şirove ne.
Berdevke hukumeta Tirkîye Bekir Bozdag piştî civîna Encumena Wezîran a Tirkiyê kongreyek rojnamevanî pek anî.

Bekîr Bozdag li ser referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê û helwesta Enqerê li hember vê referandumê axivî u tekezî li ser helwesta berê ya Tirkiyê li hember referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê kir û got, ku ew referandum nerewa ye û ew weke Tirkiyê wê referandumê û encamên wê qebûl nakin.
Bozdag wiha berdewam kir:

“Gaven ben awetin li kombuna ewlahîya netewî hatin gotubejkirin u ev gav li gor bernameyeke ten avetin. Hukumeta me ve li gor giringiye bexeê rze u hukumeta îraqê r ev gav we ben avetin. Em giringîye didin hevkarîya Îranê jl. Manevraya li Silopî, rawestandina hinek televîzyona ya li ser Turksatê, rawestandina seferên firokeyan hinêk ji wan gavanin.”

Bozdag tekezî li ser yekparçeyiya xaka Iraqê jî kir û diyar kir, ku Tirkiye dê têkildarî referandumê bi Îranê û Iraqê re di nava hevkariyê de be û bi wan her du welatan re bi hemahengî tevbigere.

Bozdag, dîyarkir ku Serokkomarê Tirkîye we 4ê cotmehê li ve çarçove de we biçe Îranê.

Waar.tv
Top