• Friday, 20 February 2026
logo

Nuceyfî: Referandûm ji encama siyaseta şaş a hikûmeta Iraqê bû

Gulan Media October 2, 2017 Nûçe
Nuceyfî: Referandûm ji encama siyaseta şaş a hikûmeta Iraqê bû
Cîgirê Serokê Iraqê ragihand, ji encama siyastên şaş ên hikûmeta Iraqê, gelê Kurdistanê referandûma serxwebûnê bi rê ve bir.

Cîgirê Serokê Iraqê Osame Nuceyfî ragihand, ji encama berdewambûna hikûmeta Iraqê 14 salan li ser siyasta xwe ya şaş, gelê Kurdistanê referandûma serxwebûnê bi rê ve bir.

Herwiha got jî: “Siyasetên taifî yên hikûmeta Iraqê, bûn sedema derketina tundûtûjiyê li çendîn navçeyên Iraqê.

Cîgirê Serokê Iraqê daxwaz kir jî, Hewlêr û Bexda ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi çavdêriya Netewên Yekgirtî dest bi guftûgoyan bikin.

K24
Top