Necmedîn Kerîm: Xewna me ya serxwebûnê hat cîh
Îro danê li seranserî Herêma Kurdistana Iraqê werza nû ya xwendin û perwerdê dest pê kir. Li bajarê Kerkûkê jî bi merasimekê zengila xwendinê ji aliyê parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm ve hat lêdan.
Piştî lêdana zengilê, Necmedîn Kerîm daxuyaniyek da û got, bi saya şehîdên me Kerkûk aram e û mîna deverên din yên Kurdistanê werza xwendinê li vir jî dest pê kir.
Necmedîn Kerîm behsa referandoma serxwebûna Kurdistanê jî kir û got, em di demekî de dest bi werza nû ya xwendinê dikin ku hefteya borî Kerkûkî jî mîna Kurdistaniyên din çûn ser sindoqan û deng dan serxwebûna Kurdistanê. Serxwebûna xewna me bû ew jî bicîh hat.
Parêzgarê Kerkûkê da zanîn ku dê 6 mektebên din yên kurdî li Kerkûkê vekin û got, emê gavên ciddî di warê perwerdê de bavêjin.
Basnews
