• Friday, 20 February 2026
logo

Li Amerîkayê êrîşeke mezin: Kuştî û birîndar hene!

Gulan Media October 2, 2017 Nûçe
Li Amerîkayê êrîşeke mezin: Kuştî û birîndar hene!
Li bajarê Las Vegas a Amerîkayê di dema konserekê de êrîşeke çekdarî pêk hat. Hate gotin, ku herî kêm 2 kuştî û 24 birîndar hene.

Li gorî nûçeya Reutersê, li gazînoya Mandalay Bay Resort a bajarê Las Vegas a Amerîkayê, kesekî çekdar gulle reşandiye ser mirovan.

Polîsê bajêr jî li ser navnîşana Twîtterê êrîş piştrast kir.

Hate gotin, ku di encama êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û herî kêm 24 kes jî birîndar bûne.

Li cihê bûyerê hê jî dengê teqînan tê.

Rudaw
Top