Li Amerîkayê êrîşeke mezin: Kuştî û birîndar hene!
Li gorî nûçeya Reutersê, li gazînoya Mandalay Bay Resort a bajarê Las Vegas a Amerîkayê, kesekî çekdar gulle reşandiye ser mirovan.
Polîsê bajêr jî li ser navnîşana Twîtterê êrîş piştrast kir.
Hate gotin, ku di encama êrîşê de 2 kesan canê xwe ji dest daye û herî kêm 24 kes jî birîndar bûne.
Li cihê bûyerê hê jî dengê teqînan tê.
Rudaw
