• Friday, 20 February 2026
logo

Mesrûr Barzanî: Kurdistan di bin guvaş û sizayan de ji biryara xwe venagere

Gulan Media October 2, 2017 Nûçe
Mesrûr Barzanî: Kurdistan di bin guvaş û sizayan de ji biryara xwe venagere
Duh şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li şandeke dîplomatkarên Nerwicî kir, ku bi serokatiya cîgirê balyozê wî welatî li Bexdayê Karsên Karlisên bû.

Di civînê de dawîn pêşketinên siyasî û serbazî yên navçeyê û encam û karvedanên piştî piroseya referanduma Kurdistanê hatin behskirin.

Mesrûr Barzanî behsa sedemên encamdana referanduma serxwebûnê kir û tekez kir ku biryara gelê Kurdistanê biryareke mulzeme, pêwîst e civaka navdewletî rêzê li wê biryarê bigire, ku gelê Kurd bi awayekî demukratîk ew birayr stendiye.

Herweha tekezî li ser diyalogê kir, bi taybet diyalogek ku ji aliyê civaka navdewletî ve were piştevanîkirin û ragihand: “Gelê Kurdistanê di bin ti guvaş û sizayeke bi kom de, ji daxwaz û biryara xwe venagere, lewra baştirîn rêçare destpêkirina diyalogê ye bi awayekî aştiyane ji bo çarekirina pirsên hevbeş.

Ji aliyê xwe ve şanda Nerwicî tekezî li ser berdewamkirina pêwendiyên du alî kir û diyar kir ku, ew dixwazin nakokî bidawî bên û pêwîst e li şûna gefan diyalog û riyên aştiyane bên meşandin.

Basnews
Top